Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re!
Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re!
Şêwazê pêkhatina PKK´ê insaneke/î kamil, ji aliyê rih, hest û hizir ve dagirtî teqez dike. Bi qasî ku bikaribe li hember dagirkerî, faşîzmê şer bike, li ber xwe bide pêwiste bikaribe hûner, wêje, mûzîka şoreşê û bi giştî jiyanê jî hilberîne. Dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê di heman demê de dîroka gihandina kesayetên wiha ye. Hevalê me Bawer Botan [Ehmed Tahir (Yeşîl)] ji van kesayetane ku bi şer, jiyan û hûnera xwe ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re gelek têkarî kirine. Hevalê Bawer Botan yê di xebatên Tev-Çand´ê de cih digirt di 5’ê Mijdara 2021’an de di encama nexweşiyê de li Rojava gihişt şehadetê. Şehadeta heval Bawer Botan ji bo Partiya me, gelê me yê welatparêz û me hevalên wî windahiyeke cih lê nayê dagirtine. Em heval Bawer û di şexsê wî de hemû Şehîdên Şoreşê bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin, soza girêdayîn û serxistina armancên wan yên Kurdistaneke azad nû dikin.
Heval Bawer Botan di sala 1975´an de li Sêrtê, li navçeya Dihê çavên xwe li jiyanê vedike. Li quntarên Gabarê bi çanda Botanê ya resen mezin dibe. Bi bilindahîya çiyayên Gabar û Herekolê giyana xwe dixemilîne û xweşikbûnên wan di xwe de tomar dike. Hê di zarokatiya xwe de bi rastiya dijmin, bi mezinahiya têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi xweşikiya fikrên Rêber Apo re nasîna wî çêdibe. Rihê fermandar Egîd li her kêliya jiyanê bandor dike. Heval Bawer yê ku di vê navengê de mezin dibe, dema digihêje temenekî ciwan dikeve ser rêya Egîdan. Di sala 1990´î de di temenekî pir ciwan de bi wêrekî û biryardariyeke mezin di nav refên tevgera azadiya Kurdistanê de cih digire. Piştî demekê ji hêla dewleta dagirker ya Tirk ve dîl tê girtin.
Pêvajoya zîndanê rihê berxwedêr yê bi heval Bawer re kûr bûye lawaz nake. Berovajî vê pêvajoyê vedugeherîne firsenda fêrbûyîna rastiya Rêber Apo, rastiya Kurdistanê û qirkeriya dijmin. Di warê fikrî de pêşketinên mezin jiyan dike. Rihê xwe bi hestên welatparêziyeke rast, rêhevaltiyeke kûr û milîtantiyeke xurt xwedî dike. Dîlgirtina xwe ji her hêlê ve dike bingehê pêşketinê, mezinkirina hêrsa li hemberî dijmin. Zîndanê weke qadeke perwerdeyê dinirxîne û xwe di pîvanên milîtantiya Apocî de dikemilîne. Dema ji zîndanê derdikeve bêrawestan berê xwe dide bilindahiya çiyayan. Salên dirêj mîna derwêşekî bi felsefeya Rêber Apo li qadên weke Botan, Zap, Xinêrê, Garê û giştî Zagrosan gerîlacîtiyeke bi serkeftî pêktîne. Weke gerîlayekî azadiya Kurdistanê bi çeka xwe li hember dagirkeriyê, bi wêje û hûnera pêşdixe jî li hember qirkirin û mêtingeriyê şerekî mezin dide. Li ser esasên rêgezên milîtantiya fedayî ya Apocî di ber her karî de ked dide.
Serpêhatiya heval Bawer bi gelek serkeftinan dagirtiye. Bala wî ya li ser hûnerê dihêle ku li her derê bibe xwedî berhem. Ji mûzîkê heta wêje û sînemayê berhemdariyeke xurt raber dike. Pê qayîl bû ku bi rêya hûnerê mirov dikare gavên mezin di şoreşê de pêkbîne. Xisleta hûnerê ya afirîner û nûjen esas digirt. Wisa bawer dikir ku bi pêşxistina hûnera şoreşê PKK wê serdemekî nû bide destpêkirin û pêşengtiya şoreşa cîhanê bike. Heval Bawer di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de nûbûyîn esas digirt. Li hember kesayeta kevneşop hertim bû xwedî helwestekî xurt. Bi qasî ku di pratîka xwe de wêrek bû, di pêşxistina fikrên nû de jî xwedî cesaretekî mezin bû. Bi demê re di nav pêşbaziyekê de bû, ji lewra dem ji bo heval Bawer hêdî diherikî. Heta dawiyê girêdayî rastiya Rêber Apo bû. Rihê xwe yê ciwan timî parast, di hemû jiyana xwe de bi coş kelecaneke mezin tevlê her karî bû.
Pêşxistina wêje û hûnera şoreşê lêhûrbûnên wî yên esasî diyar dikirin. Ji lewra dema hat xwestin bi xwestekekî mezin tevlê xebatan bû. Demeke dirêj di Komîteya Wêjeyê de kedeke mezin raber kir. Bû şagirteke serkeftî yê Dibistana Wêjeyê ya Şîlan Baqî. Di vî warî de bi gelek berhemên xwe têkariyeke mezin li pêşxistina wêje û hûnera şoreşê kir. Gelek roman, serpêhatî, lîstik, senaryoyên ku nivîsandine hene. Di nivîsandina “Romana PKK´ê” de jî bû xwedî ked. Pirtûka duyemîn ya bi navê “Roniya Hêviyê Apo” bi baldariyeke mezin nivîsand. Her wiha bi amadekirina gelek berhemên din di pêşxsitina wêje û hûnera şoreşê de kedekî mezin diyariyê pêşerojê kir. Di Hilhatina Rojê De Zap, Gulekê Bidin Dayîka Min çend ji pirtûkên nivîsandine ne. Li gel vana di warê pêşxistina sînemaya Kurdî de jî xwedî hewldan bû. Herî dawiyê hem senaryoya rêzefîlmekê amadedikir hem jî bi kêşandina rêzefîlmê eleqedar bû.
Heval Bawer Botan demek bû ji ber tedaviya hin nexweşiyên jiyandikir li Rojava dima. Ji bo pêşxistina hûner û wêjeya Şoreşa Kurdistanê gellek projeyên wî hebûn. Tevî nexweşiyê jî timî xwedî hewldan bû ku paradîgmaya Rêber Apo, Şoreşa Mirovahiya Azad ya di pêşengtiya PKK´ê de pêşdikeve baştir bidanasîne. Em ji ber şehadeta heval Bawer Botan yê ji dahatûya welat re bi berhemdariya xwe hêviyeke bilind dida xemginiyeke mezin jiyan dikin. Emê xemginiya xwe veguherînin hesta pêkanîna serfiraziya têkoşîna azadiyê û bi vê zanînê jiyan bikin. Di vî bingehî de em ji gelê xwe yê welatparêz, ji malbata heval Bawer ya hêja û ji dorhêlên ku di ber pêşxistina wêje û hûnera şoreşê de ked didin re sersaxiyê dixwazin. Emê teqez xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, şoreşê diyariyê tevahiya şehîdên nemir û mirovahiya pêşketî bikin.
Şehîd Namirin
Bijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê
Bijî Serok Apo
22.2.2022
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ya PKK´ê
WÊNE